Gundewarê Şamê-SANA
Beşa Tenduristî û Hilberîna Ajelan li Rêveberîya Çandinîyê ya Şam û Gundewarê wê, hemleyeke nû ya vaksîndana parastina ji nexweşîya tebegê li navçeya Badîyê li gundewarê Şamê pêk anî, ku 5860 serî pez li xwe digire.
Wezareta Çandinîyê, îro Yekşemê, bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku hemleya vaksîndanê herêmên El-Sebi’ Bîyar, El-Musesles û El-Betmeyê li Badîyê li xwe girtine, di çarçoveya gerên meydanî de ku rêveberî ji bo agahdarbûna rasterast ji rewşa kerî ya tenduristî pêk tîne.

Rêveberîya Çandinîyê ya Şamê û Gundewarê wê, tekez kir ku kadroyên wê yên veterinerî di cîbecîkirina gerên meydanî de berdewam in da ku hemû deveran li xwe bigirin û çavdêrîya tenduristî ya pêwîst ji bo samanê ajelan li herêmê dabîn bikin.
Berîya çend rojan, rêveberîyê hemleyeke vaksîndana parastinê li dijî nexweşîya tebegê li devera Badîyê pêk anîbû, ku 11800 serî pez û bizin li her du herêmên Zaza û El-Muselesê li gundewarê Şamê li xwe girtibûn.
Di dema niha de jî bernameyeke piştgirîyê tê cîbicîkirin ku tê de milyonek vaksîn ji bo pez hatîye terxankirin, û deverên çêrandinê û yên Badîyê armanc dike, di çarçoveya planeke giştgîr de ji bo vaksîndana cureyên cihêreng ên samanê ajelan, da ku bi giştî 3.5 milyon serîyên ajelan bêne vaksîndan.