Şam-SANA
Îro Duşemê, çalakîyên yekemîn Foruma Karsazîyê ya Sûrî-Amerîkî dest pê kirin. Forum ji hêla Wezareta Aborî û Pîşesazîyê ve bi hevkarîya Encumena Karsazîyê ya Sûrî-Amerîkî tê lidarxistin.
Nûnerên wezaretan û çalakîyên aborî û bazirganî yên Sûrîye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê beşdarî forumê bûn ku li otela “Dama Rose” li Şamê tê sazkirin.
Li gorî rêkxerên forumê, ev forum hewl dide 3 armancên sereke bi cih bîne: Vekirina asoyên nû yên hevkarîya aborî di navbera Sûrîye û Amerîkayê de, gotubêjkirina siberoja aborîya Sûrîyê di qonaxa başbûnê de û nîşandana plana çaksazîyên aborî, ligel ronîkirina derfetên veberhênanê yên girîng di sektorên cuda cuda de.
Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe’ar di gotinekê di forumê de ragihand: “Em îro rûpeleke nû di têkilîyên aborî yên di navbera Sûrîye û Amerîkayê de vedikin, ku li ser hîmê hevkarî, hevpişkî û avakirina paşerojeke aborî ya hevpar hatiye avakirin.”
El-Şe’ar pêzanîna xwe ji bo serok Donald Trump anî ziman ji ber biryara wî ya dîrokî ya hilanîna navê Sûrîyê ji lîsteya Dewletên Yekbûyî ya welatên “piştgirên terorê”. Navborî dîyar kir ku ev yek veguhertineke girîng e di têkilîyên aborî de.
Her wiha El-Şe’ar eşkere kir ku biryarên dawî yên Amerîkayê li hember Sûrîyê ne tenê guhertina sîyasetan e, lê kelemên ku bazirganî, veberhênan û beşdarîya darayî bi salan sînordar kiribûn ji holê radikin, û rê li ber avakirina têkilîyeke aborî ya nû li ser bingeha paşerojê vedikin.
Wezîr di dawîya axaftina xwe de got ku em van biryaran bi pêzanîn pêşwazî dikin û di heman demê de em berpirsîyarîya xwe dizanin da ku vê derfetê veguherînin pêşketineke aborî ya misêwa ku veberhênan û bazirganîyê xurt bike û berjewendîyên gelê Sûrîyê bi cih bîne.
Forum di nûkirina hevkarîya aborî ya her du welatan de nîşana dîrokî ye
Ji alîyê xwe ve, Serokê Encumena Karsazîyê ya Sûrî-Amerîkî Îsam Xirêwatî di gotinekê de dîyar kir ku ev forum ragihandineke bawerîyê û nîşana nûkirina hevkarîya aborî di navbera Sûrîye û Amerîkayê de ye.
Xirêwatî destnîşan kir ku forum qonaxeke nû ya hevkarîya aborî ava dike û derfetê dide Amerîkî û Sûrîyan ku li Şamê bicivin da ku veberhênan, nûjenî û geşepêdana aborî giftûgo bikin û giranîyê bidin ser jinûveavakirina derfetan.
Her wiha dîyar kir ku qonaxa niha derfetekê dide xurtkirina başbûna aborî û kişandina veberhênanan bo Sûrîyê di warên cuda cuda de.
Serokê Encumena Karsazîyê ya Sûrî-Amerîkî Îsam Xirêwatî amaje pê kir ku lidarxistina forumê di kêlîyeke dîrokî de tê, hevdem ligel biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a rakirina navê Sûrîyê ji lîsteya dewletên “piştgirên terorê”, ku ev biryar xaleke veguherînê ye û derî li ber rûpeleke nû ya vebûn û hevkarîya aborî vedike.
Ji hêla xwe ve, Serokê Cîbicîkar ê Kompanya Petrolê ya Sûrîyê Yûsif Qebelawî di gotina xwe de daxuyand: “Yekemîn Foruma Karsazîyê ya Sûrî-Amerîkî qonaxeke girîng e ji bo xurtkirina hevkarîyê û piştgirîkirina vebûna aborî”.
Yûsif Qebelawî destnîşan jî kir ku sektora gaz û petrolê li Sûrîyê xwedî derfetên veberhênanê yên hêvîdar e û roleke wê ya hîmdar di piştgirîkirina jinûveavakirina Sûrîyê de heye.
Qebelawî anî ziman ku ew li gorî dîtineke zelal kar dikin da ku hevkarîya bi şirketên cîhanî re xurt bikin. Eşkere jî kir ku Kompanya Petrolê ya Sûrîyê di heyama borî de çendîn memorandûmên hevtêgihiştinê bi kompanyên navneteweyî re îmze kirine û piranîya wan veguherîne peymanên veberhênanê di sektora enerjîyê de.
Her wiha navborî tekez kir ku Kompanya Petrolê ya Sûrîyê li gorî planekê dixebite da ku veberhênanên gaz û petrolê berfireh bike, nemaze li peravên Sûrîyê.
Sûrîye ji bo avakirina hevkarîyên nû derfeteke girîng e
Rêveber li Kompanya “Squire Patton Boggs” û Şêwirmendê Berê yê Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk li Wezareta Derve ya Amerîkayê Timothy Lenderking, di gotina xwe de dûpat kir ku Sûrîye di qonaxa bê de xwedî derfetên mezin e.
Lenderking got: “Em li vir in da ku piştgirîyê bidin avakirina pirên hevkarîyê di navbera sektorên giştî û taybet de.”
Şêwirmendê Berê yê Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk li Wezareta Derve ya Amerîkayê Timothy Lenderking di berdewamîya axaftina xwe de dîyar kir ku qonaxa niha ya Sûrîyê derfeteke girîng e ji bo avakirina hevkarîyên nû, hevdemî arasteya ber bi jinûveavakirin, xurtkirina rola sektora taybet û kişandina veberhênanên navneteweyî.
Navborî anî ziman ku ew kar dikin da ku ezmûnên yasayî û şêwirmendîyê peyda bikin ji bo piştgirîkirina hevkarîya Sûrîye û Amerîkayê û vekirina kanalên nû yên peywendîya aborî.
Ev forum wekî platformekê ye ji bo dîyaloga di navbera biryarder û sektora taybet a her du welatan de, ku jîngeha veberhênanê xurt dike û rê dide avakirina hevkarîyên aborî yên nû û kişandina sermaye û pisporên cîhanî da ku beşdarî projeyên jinûveavakirin û geşepêdanê li Sûrîya nû bibin.


