Bakû-SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê beşdarî rûniştineke parêzgarên Koma Banka Geşepêdana Îslamî bû. Ev rûniştin li Bakûya paytexta Azerbaycanê bi amadebûna parêzgarên welatên endam û nûnerên wan hat lidarxistin. Di civînê de, mijara “Sindoqa Hêsankarîyê” ku bankê vê dawîyê ji bo peydakirina fînansekirina hêsankirî ji bo welatên endam daye destpêkirin, hat gengeşekirin.
Wezaretê li ser kanala xwe ya Telegramê da zanîn ku wezîr Bernîyê pêşwazî li duristkirina vê sindoqê kir û bang kir ku pêşgavî bi welatên ku ji pevçûnan derketine bê dayîn û nermîyeke zêdetir di sûdwergirtina ji xizmetên sindoqê de bê peydakirin.

Wezîr Bernîyê bal kişand ser girîngîya peydakirina pêdivîyên fînansekirina hêsankirî ji bo jinûveavakirin û başbûna aborî li Sûrîyê. Her wiha amaje bi pêwîstîya peydakirina amûrên ku sermayeya taybet han didin dikin kir. Navborî li dawîyê jî daxwaza hevkarîyeke mezintir bi sazîyên Koma Banka Geşepêdana Îslamî re kir.
