Şam-SANA
Sibe Yekşemê li Bajarê Pêşangehan li Şamê, çalakîyên gera 21emîn a Pêşangeha Navdewletî ya Erebî ya Pîşesazîyên Xwarin û Paketkirinê “Food Expo 2026” dest pê dikin. Ev pêşangeh bi serpereştîya Wezaretên Aborî û Pîşesazîyê tê lidarxistin û dê pênc rojan berdewam bike.
Di pêşangeha ku ji alîyê Koma “Delta”yê ya pêşangeh û konferansên navdewletî ve tê organîzekirin, zêdetirî 300 şirketên ji Sûrîye û gelek welatên Erebî û bîyanî beşdar dibin; wek Tirkîye, Îmarat, Erebistana Siûdî, Urdun, Qeter, Libnan, Malezya, Çîn, Hindistan û Ukrayna.
Serokê Cîbicîkar ê Koma Organîzeker Xîyas El-Şema` di daxuyanîyekê de ji peyamnêrê SANAyê re dîyar kir ku vê pêşangehê wekî çalakîyeke Sûrî ya taybetmend di pîşesazîya xwarinê de, li ser asta herêmî, Erebî û navdewletî cihê xwe girtiye. Her wiha destnîşan kir ku gera îsal ji hêla hejmara şirket û rûbera pêşangehê ve, ji dema destpêkirina wê ya yekem ve ya herî mezin e.