Şam-SANA
Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Hesrîye, tekez kir ku lîreya nû ne tenê amûreke danûstendinê ye, lê belê sembola serkeftina Şoreşa Sûrîyê, hebûna nasnameya niştimanî û bawerîya bi karîna pêşketinê ye.
El-Hesrîye di daxuyanîyekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê got: “Bi derxistina diravê nû re, em ne tenê kêfa xwe bi kaxezeke diravê tînin, lê em serwerî û nasnameya xwe ya neteweyî pîroz dikin.” Her wiha dîyar kir ku gelek ezmûnên navneteweyî hene, piştrast dikin ku diravê neteweyî bihêz dibe dema gel li dora wê dibe yek.
El-Hesrîye bal kişand ser ezmûna Almanyayê, ku derxistina Mark piştî şer, bû xala destpêkirina pêşketina aborîyê, û ezmûna Fransayê, dema Frankê nû yê Fransî bû sembola darayî ya komara nû, ku wekî Komara Pêncemîn tê naskirin.
El-Hesrîye lê zêde kir: “Em di Banka Navendî de, dê bi rola xwe ya ku em baş tê dighêjin rabin, em qebareya astengî û derfetan dizanin, û em pabendî berpirsyarî, zelalî û parastina diravê neteweyî ne. Lê tiştê herî giring hevgirtina gel û bawerîya wan e, ji ber ku diravê bihêz bi pêbawerîya xwedîyên xwe dest pê dike.”
Hêjayî gotinê ye ku rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Hesrîye herî dawî ragihandibû ku roja yekem ji Kanûna paşîn a 2026an, dema derxistina diravê nû yê Sûrîyê û destpêkirina pêvajoya guhartina diravê kevn e. Ev guhartin dê bi rêya 66 kompanyayan û hezar navendên taybetmend were pêkanîn.