Hesekê-SANA
Bazarkirina sebzeyên havînê li bazarên xwecihî yên li parêzgeha Hesekê berdewam e, qebareya ku heta niha hatiye bazarkirin 48 hezar ton derbas kiriye û ev yek bû sedema aramîya nirxên wan.
Alîkarê Rêveberê Çandinîyê Izedîn El-Heso di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku berhema parêzgehê pir bû, ji ber ku cotkaran li deverên cuda cuda yên ku çavkanîyên avê lê hene û ji nexweşî û zîyanên çandinîyê bêpar, berê xwe dane çandinîyê.
El-Heso her wiha da zanîn ku pêvajoyên bazarkirinê yên berdewam ji destpêka meha Hezîrana borî ve pêdivîyên şênîyan dabîn kirin û beşdarî di aramîya bihayan de kirin.
Navborî destnîşan jî kir ku parêzgeh cureyên cihêreng hildiberîne, ku yên herî girîng bacanên sor, xîyar, girêtî, bacanên reş, bamye, zebeş û gindor in, û çandina wan li gundewarên nêzî navendên bajaran bi taybetî li Hesekê, Qamişlo û Amûdê ye.