Şam – SANA
Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe’ar ligel balyozê Îmaratê Hemed Raşid bin Elwan El-Hebsî û şandeyeke karsazan bi serokatîya Mihemed Elî Raşid El-’Ebbar, rêyên xurtkirina hevkarîya aborî û pêşxistina têkilîyên veberhênanê yên di navbera Sûrîye û Îmaratê de gotûbêj kirin.
Civîna ku roja Çarşemê li baregeha wezaretê hat lidarxistin, rêyên berfirehkirina hevkarîya aborî, derfetên veberhênanê û amadekirina jîngeheke balkêş ji bo piştgirîkirina geşepêdana aborî gotûbêj kir. Ev civîn bi beşdarîya şandeke karsazên Îmaratî pêk hat ku ev nav li xwe digirtin: Nebîl Dawûd Murad, Ehmed Sanî Raşid El-Metrûşî, Mihemed Misbih El-Ki’êbî û Hîşam Mihemed Îbrahîm Silêman.
Ev civîn di çarçoveya daxwaza her du alîyan de ji bo çespandina têkilîyên dualî û çalakkirina kanalên peywendîya aborî û pîşesazî tê, ku ev yek beşdarîyê di piştgirîkirina berjewendîyên hevbeş û xurtkirina hevkarîya di navbera Sûrîye û Îmaratê de di warên cuda de dike.






