Şam-SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê ragihand ku wezaretê mekanîzmaya pejirandî ya qeydkirinê ji bo jinûvedayîna mûçeyên xanenişînîyê yên rawestîyayî weşand. Mihemed Yusir Bernîyê dîyar kir ku sîstema nû rê dide kesên mafdar daxwazên xwe bi hêsanî pêşkêş bikin.
Bernîyê di weşanekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê îro Şemîyê da zanîn ku komên mafdar ev in: Xanenişînên leşkerî û sivîl, tevî leşkerên xanenişîn ên piştî sala 2011an ku destên wan bi tawanên dijî gelê Sûrîyê sor nebûne, û her wiha mîratgirên hemû kesên mafdar ji van koman.
Wezaretê bang kir ku ji rastîya jimara telefonê ku daxwaza qeydkirinê pê hatiye şandin piştrast bin, ji ber ku di hemû qonaxan de peywendî dê bi rêya wê jimarê were kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê di 12ê vê mehê de ragihandibû ku dewlet dê di demeke nêz de dest bi dayîna mûçeyên xanenişînîyê yên hejmarek koman bike ku mûçeyên wan rawestîyabûn. Ev yek bi fermana Serokomar Ehmed El-Şeri’ hat, ji bo baştirkirina rewşa jîyanê ya hemû Sûrîyan.