Stenbol-SANA
Şandeya Sûrîyê bi serokatîya Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe’ar gihîşt bajarê Stenbolê, ji bo beşdarbûna di xebatên yekemîn civîna Komîteya Aborî û Bazirganî ya Hevbeş a Sûrî-Tirkî (JETCO) de.
Di nav şandeyê de Serokê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Huserîyê, Rêveberê Giştî yê Sindoqa Geşepêdanê ya Sûrîyê Sefwet Reslan û nûnerên hejmarek sazîyên aborî yên giştî û taybet hene.
Biryar e şande rêzehevdîtinan bi rayedarên Tirk û nûnerên sektora karsazîyê re pêk bîne, bi armanca gengeşekirina pêşxistina peywendîyên bazirganî, bilindkirina asta pevguhertina aborî û rakirina kelemên li pêşberî veberhênanên hevbeş.