Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşwazî li rapora rojnameya “Washington Post”ê kir; rapor balê dibe ser zêdebûna giringîya rola Sûrîyê wekî korîdoreke alternatîf ji bo veguhastina enerjî û bazirganîyê li herêmê, nemaze piştî rawestandina tevgera barkêşîyê li Tengava Hurmizê ji ber alozîyên leşkerî yên di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de.
Trump rapor li ser platforma xwe ya “Truth Social”ê parve kir û di şîroveya xwe de wiha nivîsand: “Ev herî baş e!”.
Ev helwesta Serok Trump wekî nîşana giringîya stratejîk a rêya Sûrîyê hat nirxandin; bi taybetî ji bo veguhastina petrolê ji welatên Kendavê û Iraqê ber bi Deryaya Navîn ve, û nola vebijarkeke ewle û guncaw ji bo dewletên hinardekarên enerjîyê tê dîtin.
Rojnameya “Washington Post”ê eşkere kir ku Sûrîye piştî qonaxa rizgarkirinê, di pêgeha xwe ya herêmî de rastî guherîneke bingehîn tê û wekî korîdoreke sereke ji bo veguhastina enerjî û bazirganîyê li Rojhilata Navîn dertê pêş.
Rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku niha rojane nêzîkî pênc hezar barhilgirên neftê ji başûrê Iraqê di nav xaka Sûrîyê re derbas dibin û berê xwe didin Bendera Banyasê li ser peravên Deryaya Navîn.