Şam – SANA
Parêzgerê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Huserîyê, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Çarşemê, rastîya nûçeyên belavbûyî derbarê sînordarkirina radestkirina hawaleyên diravê bîyanî bi Lîreya Sûrî red kir.
Hinek rûpelan li ser torên civakî duh Sêşemê, zanyarîyên nerast belav kiribûn ku radestkirina hawaleyan ji bo welatîyan dê tenê bi lîreya Sûrî be di hemû kompanî û nivîsgehên alûgorî û hawaleyan de, ji îro ve.