Şam-SANA
Sazîya Sûrî ya Dexlûdanê ragihand ku platformeke elektronîk a nû daye destpêkirin, bi mebesta rêkxistina girtina dorê ji bo wergirtina genimê werza 2026an. Ev pêngav di çarçoveya veguhastina dîjîtal û hêsankirina karûbarên radestkirina genim de tê, da ku qerebalixiya li navendên wergirtinê kêm bibe.
Wezareta Aborî û Pîşesazîyê îro Şemîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku qeydkirin li ser platformê bi rêya lînkê pêk tê. Ev xizmet rê dide cotkaran ku hesabên taybet çêbikin û doreke pêşwext ji bo radestkirina genim wergirin, her wiha dikarin hûrgilîyên fatûreyên xwe bi awayekî elektronîk bişopînin.
Wezaretê gotina xwe wiha qedand: Daxwazname ji alîyê kadroyên Sazîya Sûrîyê ya Dexlûdanê ve tên kontrolkirin, piştre peyamek ji cotkar re tê şandin ku tê de dema dora dîyarkirî ji bo radestkirina genim hatiye destnîşankirin.