Şam-SANA
Kompanya MasterCardê amadebûna teknîkî ya pêwîst ji bo birêvebirina miameleyên kartên bankî yên navneteweyî li hundirê Sûrîyê ragihand. Ev pêngav a yekem e di warê xwe de ji zêdetirî 15 salan ve û rê li ber girêdana bazara Sûrîyê bi tora diravdana cîhanî re vedike.
Ev pêngav rê dide encamdana miameleyên li xalên firotinê bi bikaranîna kartên MasterCardê yên ku li ser asta navneteweyî hatine derxistin. Ev yek amadebûna binesazîya diravdanên dîjîtal li Sûrîyê xurt dike û piştgirîyê dide hewlên nûjenkirina sektora darayî û bankî bi awayekî ku li gorî daxwazên aborîya dîjîtal a cîhanî be.
Parêzgarê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Hesrîyê piştrast kir ku girêdana Sûrîyê bi tora diravdana cîhanî re bi rêya MasterCardê, dê aborîya niştimanî han bide û dergehan li ber veberhênerên navneteweyî veke.