Şam – SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê ferman da ku daxwaz û şopandinên darayî yên di heqê şandîyên xwendinê yên li derveyî welat û kefîlên wan werin rawestandin, heta ku “lihevkirineke darayî ya giştî” ji bo rewşa wan a yasayî were pejirandin.
Wezîr zelal kir ku cemidandina daxwazan wek bersivekê ji bo bangawazîyên şandîyan hat, da ku pêkanîna “lihevkirineke îdarî û darayî ya giştî” hêsan bibe. Wî tekez kir ku ev gav nayê wê wateyê ku mafên xezîneyê hatine betalkirin, lê armanc jê serkeftina lihevkirina pêşnîyarkirî ye.
Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Sûrîyê herî dawî hinek rêkar girtibûn ji bo rakirina qedexeya geştê û derketinê li ser şandîyan, da ku vegera wan a bo welat hêsan bibe.