Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: ​Wezîrê Enerjîyê Kêmkirina Bihayên Berhemên Petrolê Dipejirîne
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Aborî > ​Wezîrê Enerjîyê Kêmkirina Bihayên Berhemên Petrolê Dipejirîne

​Wezîrê Enerjîyê Kêmkirina Bihayên Berhemên Petrolê Dipejirîne

Hat weşandin: 2026/06/28 11:44 AM
Hat nûkirin: 2026/06/28 11:44 AM

​Şam-SANA

​Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr duh Şemîyê, pêşnîyarên Komîteya Daîmî ya Dîyarkirina Bihayên Berhemên Petrolê û Samanên Madenî yên ku di civîna wê ya awarte de derketine pejirandin, ku kêmkirina bihayên di navbera zêdetirî %14 û %20 de li xwe digire, ev yek piştî lêkolînkirina daneyên teknîkî û aborî yên girêdayî ketwara bazara berhemên petrolê pêk hat.

​Wezîrê Enerjîyê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê got: “Me îro biryareke nû ji bo pejirandina lîsteya nirxên berhemên neftê, li ser bingeha pêşnîyarên komîteya daîmî ya pispor da, ya ku li gorî lêkolîneke hûrbîn a daneyên teknîkî û aborî kar dike, bi awayekî ku biryarên baş lêkolînkirî misoger dike da ku hevsengîyê di navbera aramîya bazarê, berdewamîya peydabûna berhemên neftê û berjewendîya welatîyan de pêk bîne.”.

​Wezîr El-Beşîr li zêde jî kir û got: “​Em ji bo çespandina rêbazeke sazûmanî kar dikin ku xwe dispêre şefafîyet, lêvegera dewrî û girtina biryaran li ser bingehên zanistî û aborî, bi awayekî ku xizmeta welat û welatîyan bike.”

​Di heman çarçoveyê de, Wezareta Enerjîyê di kanala xwe ya Telegramê de dîyar kir ku lîsteya bihayên nû ya pejirandî ya ku ji dema derketina xwe ve ketiye warê cîbicîkirinê, ev xalên li jêr li xwe girtine:

  • ​Benzîna Oktan (95): Bi rêjeya %20.39 hat kêmkirin, bi vî rengî bihayê lîterekê bû 130 lîreyên Sûrî yên nû.
  • ​Benzîna Oktan (90): Bi rêjeya %19.97 hat kêmkirin, bi vî rengî bihayê lîterekê bû 125 lîreyên Sûrî yên nû.
  • ​Dîzel: Bi rêjeya %14.37 hat kêmkirin, bi vî rengî bihayê lîterekê bû 107 lîreyên Sûrî yên nû.
  • ​Botla Gaza malê: Bihayê wê bi rêjeya %15.49 hat kêmkirin, û bû 1,500 lîreyên Sûrî yên nû.
  • ​Botla Gaza pîşesazî: Bihayê wê bi rêjeya %15.49 hat kêmkirin, û bû 2,400 lîreyên Sûrî yên nû.

Veguhestina Bejayî ya di Navbera Sûrîye û Tirkîyeyê de Piştî 14 Salan Dîsa Dest Pê kir
El-Husrîye: Tevlîkirina Taybetmendîya Çapkirina Bizmarî di Pereyê Nû yê Sûrîyê de bo Kesên Nebîna Karibin Wê Nas Bikin
Sibe “Sêyîneya Pîşesazî ya Meşhedanî” bi Beşdariya Zêdetirî 300 Markeyên Bazirganî Dest Pê Dike
Pêşangeha “Syriex”ê li Emanê.. Yekemîn Pêşangeha Derveyî ya Pîşesazîyên Sûrîyê
Çavdêrî û Pişkinîn Binpêkirinên bi Mîlyonan Dolar di Nefta Dêrezorê de Eşkere Dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Mihemed El-BeşîrWezîrê Enerjîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Sûrîye Beşdarî Civîna Dezgehên Pişkinîna Dadwerî yên Erebî Dibe

September 15, 2026

Ji ber Êrîşên Milîsên Hûsî li ser Bajarên Erebistana Siûdî 13 Kes Birîndar bûn

September 15, 2026

Navenda Neteweyî ya Erdhejan: 27 Stasyon ji bo Şopandina Çalakîyên Erdhejan li Sûrîyê Dixebitin

September 15, 2026

​Ji ber Hilweşîna Xanîyekî li Mihacirînê li Şamê Du Zarok Birîndar Bûn

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?