Parêzgeh-SANA
Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê, îro Duşemê, ragihand ku di encama gerên wê yên çavdêrîyê yên pir û li pey hev bo benzînxanyan li parêzgehên cuda cuda, 153 binpêkirin hatine tespîtkirin û 8 stasyonên neqanûnî hatine girtin.
Binpêkirinên ku hatine dîtin ev bûn: Firotina sotemenîyê bi bihayekî ji yê fermî bilindtir, bikaranîna depoyên sotemenîya yedek, firotina bi rêyên derveyî pîverên pejirandî, her weha binpêkirina rênimayên cîbicîkar ên ku ji alîyê wezaretê ve hatine derxistin.
Wezaretê tekez kir ku ev kempînên kontrolkirinê dê li hemû herêman berdewam bin û dê tedbîrên yasayî yên tund li dijî binpêkeran werin girtin, ev yek bi mebesta dabînkirina gihandina berhemên petrolê ji bo welatîyan li gorî sîstemên pesendkirî, xurtkirina dadperwerîya dabeşkirinê û peydakirina aramîya bazara sotemenîyê, tê kirin.


