Waşington-SANA
Di bin fişara fikarên hêdîbûna geşepêdana cîhanî de, bihayên petrolê daketin, ligel zêdebûna gotûbêjên li ser bacên gumrikê yên Amerîkî. Di heman demê de, bihayên zêr îro duşemê gihiştin astên xwe yên herî bilind di nav çend hefteyan de, hevdem ligel daketina nirxê dolar.
Tora Medyayî ya “CNBC”ê dîyar kir ku dolar daket piştî ku bazirganan biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê ya betalkirina piranîya bacên gumrikê ku serok Donald Trump sepandibûn, wekî faktoreke piştgir ji bo geşepêdana cîhanî dît.
Trump pêr ragihandibû ku bacên gumrikê yên giştî ji %10 ber bi %15 ve hatine bilindkirin û ev biryar yekser dikeve warê cîbicîkirinê. Ev yek piştî rojekê ji biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê ya betalkirina beşekî mezin ji van bacan hat.