Şam-SANA
Rêveberê Têkilîyan li Sazîya Giştî ya Dergeh û Gumrikan Mazin Elûş tekez kir ku, biryara ku di navbera her du alîyên Sûrî û Urdunî de li ser hatiye lihevkirin, di çarçoveya birêkxistina tevgera veguhastina kelûpelan û hêsankirina herikîna wan di navbera her du welatan de ye.
Elûş da zanîn ku ev biryar rê dide barhilgirên (kamyonên) Sûrîyê ku bi kelûpelên Sûrî derbas bibin û ji bendera Eqebeyê bi kelûpelên din barkirî vegerin. Ev yek dê bandoreke erênî li ser karê şofêran bike û derfetên kar û veguhastinê ji bo wan zêdetir bike.
Elûş her wiha destnîşan kir ku armanca vê gavê zindîkirina tevgera veguhastina bejayî û pevguhertina bazirganî ya di navbera Sûrîye û Urdunê de ye, her wiha kêmkirina lêçûn û demê ye, ku ev yek dê bi rengekî erênî li ser bazirganî û aborîya her du welatan vegere.