Şam – SANA
Parêzgarê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Huserîyê, tekez kir ku li ser bingeha bihêzkirina peywendîyên darayî û aborî bi welatên din re û xizmetkirina revenda Sûrî li welatên xerîbîyê, Banka Navendî ji bo avakirina peywendîyên xwe bi bankên navendî û bankên bazirganî yên cîhanê re kar dike.
El- Huserîyê di daxuyanîyekê de îro Pêncşemê eşkere kir ku revenda Sûrîyê di nava bêtirî 15 salan de ji ber cezayan gelek dijwarî û azar kişandine. Her wiha got ku Banka Navendî ya Sûrîyê ya hemû Sûrîyan e, çi li hundirê Sûrîyê çi jî li derveyî welat bin.
Tê zanîn ku Banka Navendî ya Sûrîyê di 28ê Sibata borî de ragihandibû ku rêkarên serrastkirina peywendîyên xwe yên bankî bi Banka Yedek a Federal li New Yorkê re temam kirine, û hesabê xwe li wê derê ji nû ve vekiriye û tevlêbûna Sûrîyê di pergala darayî ya cîhanî de bihêztir kiriye.