Şam-SANA
Dezgeha Navendî ya Çavdêrîya Darayî, dozeke dizî û sextekarîyê li Qura El-Şam li gundewarê Şamê eşkere kir. Ev doz ji encama binpêkirinên di destûrên avahîsazîyê de ne ku ji hêla serokê encumenê ve di serdema rejîma berê de hatine kirin.
Dezgehê zelal kir ku nirxê darayî yê windakirî gihîştiye milyarek û 640 milyon lîreyên Sûrî (yên kevn). Berpirsîyarî jî tenê dikeve stûyê serokê encumenê, lewma ew ji bo dadgeha peywendîdar hat şandin û biryara destdanîna ser mal û milkên wî wek garantî hat standin.
Ev gav di çarçoveya stratejîya dezgehê de ye ji bo xurtkirina zelalîyê û parastina malê giştî. Her weha ji bo şopandina dosyayên gendelîyê yên berê ku vê dawîyê hatibûn eşkerekirin, û ya herî berbiçav dizîna zêdetirî 1.4 milyon dolarî li dergehê sînorî yê Nesîb û Balafirgeha Navdewletî ya Şamê bû.