Şam-SANA
Wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê, Mihemed Enceranî, budceyên 106 encumenên bajaran ku li ser 11 parêzgehan têne dabeşkirin ji bo sala 2026an pejirandin; ev yek di navbera 14ê Gulanê û 1ê Hezîranê de pêk hat.
Armanc ji vê pêngavê ew e ku derfet ji bo yekîneyên rêveberî bên dabînkirin da ku di çarçoveya samanê terxankirî û zelal de bixebitin, her weha birêkupêkkirina xerckirinê û şopandina pêşîneyên xizmetguzarî û îdarî ji bo dabînkirina hewcedarîyên welatîyan.
Ev budce amûra darayî ya bingehîn e ji bo birêkxistina xebata salane û arastekirina çavkanîyan ber bi projeyên binesazîyê ve, û beşek ji bizavên piştgirîya nenavendîya îdarî û xurtkirina şîyana yekeyên xwecihî ye, di warê plankirin, cîbicîkirin û şopandinê de.