Şam-SANA
Balafirgeha Navdewletî ya Şamê amadekarîyan dike ku sibe Şemîyê pêşwazîyê li yekemîn geşta Şirketa Sundairê ya Almanî bike ku rasterast ji Berlîna paytexta Almanyayê tê.
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî Omer El-Huserî îro Înê di daxuyanîyekê de li ser platforma Xê dîyar kir ku ev yek pêngaveke nû ye ji bo vegerandina peywendîyên esmanî yên rêkxistî û rasterast di navbera paytextên Sûrîye û Almanyayê de.
El-Huserî destnîşan kir ku destpêkirina vê hêlê di çarçoveya hewldanên desteyê de tê ji bo girêdana balafirgehên Sûrîyê bi arasteyên Ewropî re, berfirehkirina tora veguhastina esmanî ya navdewletî ber bi Sûrîyê û jê, bi awayekî ku tevgera geştyaran hêsan bike, xasma welatîyên Sûrî yên li Almanyayê dijîn, ligel piştgirîkirina tevgera geştyarî, pevguhertina aborî û bihêzkirina peywendîyên her du welatan.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku vegera geştên rasterast ji Berlînê ber bi Şamê ve, pêngaveke din e di çarçoveya proseyeke berdewam de ji bo vegerandina pêgeha balafirgehên Sûrîyê li ser nexşeya veguhastina esmanî ya navdewletî û vekirina arasteyên nû li ber rêwîyên ji Sûrîyê û ber bi wê ve.