Waşington – SANA
Wezîrê Enerjîyê yê Sûrîyê Mihemed El-Beşîr li Waşingtonê ligel Rêveberê Cîbicîkar ê Encumena Serdestîya di Warê Enerjîyê de Jarrod Agen, rêyên geşepêdana hevparî û veberhênanan di warên neft, gaz, elektrîk û enerjîya nûjenbar de gotûbêj kirin.
Her du alîyan, weke ku Wezareta Enerjîyê îro li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kiriye, astengîyên ku li pêşîya sektora enerjîyê ne, rêyên xurtkirina ewlehîya dabînkirinê û piştgirîkirina projeyên binesazîyê yên girêdayî vê sektorê gotûbêj kirin. Her wiha nêrîn li ser geşedanên herêmî û navneteweyî yên di bazarên enerjîyê de hatin pevguhertin û derfetên hevkarîya paşerojê hatin nirxandin.
Di hevdîtinê de Alîkarê Wezîrê Enerjîyê yê Karûbarên Plansazî û Serkeftina Sazûmanî Îbrahîm El-’Edhan, Rêveberê Cîbicîkar ê Şirketa Neftê ya Sûrîyê Yûsif Qeblawî, Kargerê Karûbarên Balyozxaneya Sûrîyê li Waşingtonê Mihemed Qenatrî û Rêveberê Rêveberîya Ragihandina Hikûmetê Ehmed El-Suleyman amade bûn.
Jarrod Agen weke yek ji berpirsên herî dîyar di dosyaya enerjîyê de li hundirê rêveberîya Amerîkayê tê hesibandin, ji ber ku ew pileya Rêveberê Cîbicîkar ê Encumena Serdestîya di Warê Enerjîyê de ya ser bi Koşka Spî ve bi rê ve dibe. Ev encumen berpirsê hevahengkirina polîtîkayên enerjîyê, xurtkirina hilberînê û misogerkirina ewlehîya dabînkirinê li hundir û derveyî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.


