Şam-SANA
Wezareta Darayî ya Sûrîyê ragihand ku wê projeyasaya ji bo birêkûpêkkirina pêvajoya verastkirin û dayîna baca pûlê ya darayî li ser peyman, amûr û belgeyên cuda amade kiriye.
Wezîrê Darayîyê, Mihemed Yeser Bernîye, dîyar kir ku ev pêngav di çarçoveya reformên yasayî de ye ku ji alîyê wezaretê ve têne kirin, bi armanca sadekirina sîstema bacê, dadmendtirkirina wê û xurtkirina bandora wê ya aborî.
Rêbaza Pêkanîna Projeyê:
1- Sadekirin: Bi yekkirina xercê û danîna rêbazên zelal ji bo standina wê.
2- Guncandin: Danîna xercên kêm li ser belgeyan da ku bar li ser welatîyan giran nebe, û efûkirina hin belgeyan ji bacê.
3- Dadwerî: Misogerkirina mafê bacgiran ji bo îtiraz û darizandinê.
4- Aborî: Bidestxistina dahatên maqûl ji bo xezîneya giştî ya dewletê.
Heçî dil hebe jî, dikare deqê projeyasayê di rêya vê lînkê re xwe bigihîniyê.
Wekî din jî, wezaretê derfet daye welatîyan ku heta 25ê Cotmehê nêrîn û pêşnîyarên xwe derbarê projeyasayê de di rêya vê emailê re pêşkêş bikin.