Şam-SANA
Rêvebirê Giştî yê Sazîya Sûrî ya Pêşangeh û Bazarên Navneteweyî, Mihemed Hemza, ragihand ku bêhtirî 20 welatan dê beşdarî 62emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê bibin, ku biryar e çarşema bê dest pê bike û heta 5ê Îlonê bidome.
Hemza di daxuyanîyekê de -ku nisxeyek jê gihiştiye SANAyê- rave kir ku hejmara welatên beşdar girîng tê dîtin li gorî dema kurt ya ji bo hazirîyê hatibû veqetandin ku ne bêhtirî sê mehan bû, tevî ku piranîya welatan, berî bi salekê hazirîya xwe dikin.
Wekî din jî, wî destnîşan kir ku hejmara dezgehên bîyanî yên beşdar gihîştiye bêhtirî 225an û nêzîka 725 dezgehên Erebî û herêmî, ku dê di qada pêşangehê da werin birêxistin ya ku tê texmînkirin ku rûberê wê 95,000 m2 e.
Lîsteya welatên beşdar jî ev in: Siûdî, Urdun, Qeter, Misir, Tirkîye, Sûdan, Belçîka, Afrîkaya Başûr, Cezayîr, Lîbya, Pakistan, Filistîn, Abxazya, Endonesya, Maqedonya, Fîlîpîn, Polonya, Komara Çek û Odeya Bazirganîya Ewropî.
Li alîyê din jî, Hemza eşkere kir ku biryara lidarxistina xula niha ya pêşangehê di Nîsana 2025an de hatiye dayîn, tevî zîyana giran a li navenda pêşangehê bûye ku ji ber wêrankarîyê bûye. Lewma, pêwîstî bi nûjenkirina tevahîya binesazîyê hebû, ji ber ku ji xula dawî ve ya pêşangehê, ji 2019an ve, ji hêla rejîma berê ve hatibû paşguhkirin.
Her weha Hemza tekez kir ku karmendên rêxistinê bi piştgirîya hikûmetê û bi hevkarîya gelek wezaretan, bi giranî xebitîn da ku pêşangehê vegerînin rewşa wê ya berê, ji ber ku lidarxistina wê bûye beşekî yekgirtî yê tevna aborî, civakî û çandî ya Sûrîyeyê.
Xula 62yemîn, yekem xul e piştî hilweşîna rejîma berê û rizgarkirina Sûrîyeyê, loma, ev yek ji bo pîşesaz û bizavên aborî yên Sûrîyeyê derfetek e ku çavê wan li teknolojîyên cîhanî yên herî dawî vebin. Wekî din jî, ji bo piştgirîya aborîya Sûrîyeyê dike ku bazarên bîyanî li ber xwe bibîne piştî gelek salên ziwa ji ber polîtîkayên rejîma berê. Lê belê îro, bûye dergehekî nû û stûnekî bingehîn di avakirina Sûrîyeyê de.