Şam-SANA
Karên komxebata ku ji alîyê Wezareta Darayî ve bi sernavê “Sûrîya Bê Kamp Berîya Dawîya 2026an” tên birêvebirin, li baregeha wezaretê li Şamê dest pê kir. Di komxebatê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokatîya Komarê ji bo Karûbarên Encumena Wezîran Elî Kede, ligel hejmarek wezîr û parêzgeran amade bû.
Di komxebatê de parêzgeran şirove li ser rewşa kampan û pêdivîyên parêzgehên Îdlib, Heleb, Laziqîye, Hema û Siwêdayê pêşkêş kirin, her wiha wezîrên beşdar jî derbarê rola wezaretên xwe û beşdarîya wan di vê çarçoveyê de, axivîn.
