Şam-SANA
Sazîya «Star a Geşepêdanê» duh Duşemê li Navenda Çandî ya Erebî li Edewîyê, di çarçoveya Hefteya Stran û Muzîka Sûrîyê de, ji bo raberkirina stran û kultura Kurdî, çalakîyeke muzîkê li dar xist.
Her du komên muzîkê “Stêra Zêrîn” û “Bêrîtan” bernameyeke hunerî ya cihêreng pêşkêş kir ku pêşandanên stran, muzîk û folklorî li xwe girtin. Vê bernameyê dewlemendîya kultura Kurdî nîşan da û rola navendî ya jinê di parastina hunerên gelêrî de û veguhastina wan bo nifşên nû raber kir.
Parastin û Nûjenkirina Kulturê
Çalakîyê girîngîya çalakîyên hunerî di parastina kultura nemadî û bihêzkirina hebûna wê di jîyana giştî de şênber kir, bi rêya pêşkêşkirina komek stranên kevnar, perçeyên muzîkê û dîlanên folklorî ku nasnameya çandî ya Kurdî û nirxên wê yên civakî û mirovî yên mîratî nîşan didin. Her wiha pêşandanan pirrengîya çandî ya ku Sûrîye pê tê naskirin û rola muzîkê di xurtkirina dîyaloga di navbera pêkhateyên civakê de raber kirin.

Beşdarîya jinan alîyekî berbiçav di çalakîyê de pêk anî, ji ber ku pêşandanên stran û govendê rola çalak a jinê di vejandina kultura hunerî ya gelêrî û belgekirina wê de nîşan da.
Xurtkirina Têgihîştina Çandî
Seroka Sazîya “Star a Geşepêdanê” Ronahî Hesen, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku sazî giranîyê dide xebata çandî û kultura Kurdî bi armanca xurtkirina têgihiştina çandî û çespandina nirxên pirrengî û hevnasîna dualî.
Hesen piştrast jî kir ku jin di parastina kultura gelêrî de bi rêya parastina folklor, govend û stranên kevneşopî û vejandina wan di boneyên çandî de, roleke sereke dilîze.






