Şam-SANA
Beşê Wezareta Çandê di Pêşangeha Navdewletî ya Şamê de, dîmeneke dîtbarî ya giştgir pêşkêş dike, bi rêya tabloyekê bi sernavê “Mozaîka Kultura Sûrî” ku cihêrengîya kultura Sûrî ya madî û nemadî raber dike. Pê re jî dewlemendîya jîngeha Sûrîyê û pirrengîya taybetmendîyên wan li seranserî erdnîgarîya Sûrîyê nîşan dide; bi awayekî ku kûrahîya nasnameya çandî û yekîtîya wê tevî cudahîya herêman bi cemawer dide nasîn.
Ev tablo, bala serlêderên gera 63emîn a Pêşangeha Navdewletî ya Şamê dikişîne ku niha li qada Bajarê Pêşangehan tê lidarxistin; tablo wisa dîyar dibe wekî nexşeyeke zindî ku li ser rûbereke berfireh dirêj dibe, ji bo ku kûrahîya nasnameya çandî ya Sûrîyê bi rêya hêmanên kelepûra madî û nemadî ya Sûrîyê bipeyitîne (bișibihîne).
Di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, Endezyar Ebdilrehman Himêdî ji Wezareta Çandê dîyar kir ku ev tablo hêmanên kultura Sûrî ya madî û nemadî ji her parêzgehekê bi serê xwe dihewîne; ku tê de tiştên taybet bi her herêmekê ji kultura madî mîna keleh, birc û avahîyên dîrokî, û kultura nemadî ya ku cil û bergên kevneşopî, xwarinên gelêrî, pîşeyên destan û hêmanên din ên ku cihêrengîya çanda Sûrîyê şênber dikin, nîşan dide.
Himêdî destnîşan kir ku ev tablo bi hevkarîya di navbera Wezaretê û Zanîngeha Yermûkê ya Taybet de, li jêr çavdêrîya Dr. Esma El-Humeyêr hatiye encamdan.


