Şam-SANA
Komeleya Xêrxwazî ya Çerkesan li Şamê, pêşangehek ji bo pirtûk û belgeyan vekir, ev pêşangeh ronahîyê dide ser hebûn û dîroka Çerkesan û rola wan di nav tevna neteweyî ya Sûrîyê de, bi beşdarîya komek lêkolîner û kesên guhdanê bi warê çandî dikin.
Pirtûkên dîrokî, cografî û belgeyên kêmpeyda ku temenê hinan ji wan ji 100 salî derbas bûye di pêşangehê de hene, berhem bi çend zimanan in, wek: Erebî, Çerkesî, Rûsî, Îngilîzî û Tirkî, ku hinek ji wan ji salên bîstan û sîhan ên sedsala borî ne.
Endamê Komîteya Çandî, Berzec Lapsiruq, dîyar kir ku ev pêşangeh bi helkefta salvegera Rizgarîyê tê lidarxistin. Armanca wê zindîkirina xwendina pirtûkên kaxez û xurtkirina hînkirina zimanê Çerkesî di nav ciwanan de ye, da ku nasnameya xwe ya çandî biparêzin û li kevnetora xwe xwedî derkevin.
Ji alîyê xwe ve, Hena Receb tekez kir ku pêşangeh behsa serborîya Çerkesan dike ji dema hatina wan ji Qafkasyayê ber bi Sûrîyeyê ve, û bal kişand ser girîngîya nîşandana şaristanîya Çerkesî wek parçeyekî resen ê civaka Sûrîyê û xurtkirina têkilîyên çandî di navbera Çerkesan û pêkhateyên din ên Sûrîyê de.




