Şam-SANA
Duh Duşemê, Pirtûkxaneya Niştimanî ya Şamê, bi mebesta rêzgirtina li keda wî ya zanistî û çandî û xizmeta wî ya berfireh ji bo zimanê Erebî, lêkolînên mîratê û perwerdekirina nifşên lêkolîner û vekoleran, merasîmeke xelatkirinê ji bo zana Dr. Mazin El-Mubarek li dar xist.
Wezîrê Çandê Mihemed Yasîn El-Salih, bi amadebûna hejmarek nivîskar, zimanzan, akademîsyen û kesên bi çandê re têkildar, mertalek (plaket) da kurê nemir Dr. Zahir El-Mubarek wekî rêzgirtinekê ji bo malbata wî.

Wezîr El-Salih di axaftina xwe de tekez kir ku ev xelatkirin ne tenê wefadarîyeke sembolîk e, belê naskirina kesayetîyeke zanistî ya bêhempa ye ku jîyana xwe ji bo xizmeta zimanê Erebî, çand û zanînê terxan kiriye.
Wezîrê Çandê estnîşan kir ku nemir xwedî bandoreke taybet bû; dengê wî, kûrahîya axaftina wî û dahûrbûna wî di hilbijartina peyvan de, kesayetîyeke zanistî û rewiştî ya bêmînak nîşan dida, ku guhdar hest dikir li pêşberî zanayekî ye ku ziman wekî tevger û çêj şênber dike berî ku wekî zanist û rêbaz şirove bike.
Mihemed Yasîn El-Salih her wiha got ku Mazin El-Mubarek ne tenê zimanzan bû, lê beşekî zindî ji bîrdanka çandî ya Şamê û sembolek ji sembolên wê bû, ku tê de zanist bi rewişt û girêdayîbûnê re bûn yek. Kê ku guhdarîya axaftina wî dikir, dengê Qasyûn û Bexdayê bi hev re dibihîst; ew kurê vê axê bû ku hemû kes hembêz dikirin.
El-Salih eşkere kir ku bandora El-Mubarek ji zanista ku daye xwendekarên xwe derbas bûye û gihiştîye exlaq, dilnizmî û rêbazê.
Wî anî ziman ku xelatkirina wî, xelatkirina Şamê û zanayên wê ye yên ku şopa xwe di jîyana çandî ya Erebî de hiştine, û tekez kir ku mîratê wî bi zanîn û têkilîya wî ya xurt bi ziman, mirov û welat re dê her bimîne.
Dr. Mazin El-Mubarek
Dr. Mazin Ebdilqadir El-Mubarek di sala 1930î de li Şamê di malbateke zanistî de ku bi xizmeta zimanê Erebî dihat naskirin, ji dayik bû. Wî bawernameya edebîyatê ji Zanîngeha Şamê wergirt û paşê master û doktoraya xwe di warê rêzimana Erebî û lêkolîna mîratê de li Zanîngeha Qahîreyê bi dest xist.
Wî wekî profesor li Zanîngeha Şamê û gelek zanîngehên Erebî kar kir, endamê Komelgeha Zimanê Erebî li Şamê bû.
El-Mubarek gelek berhemên girîng di warê rêziman, rewanbêjî û lêkolînên zimanî de li pey xwe hiştin, wekî “Rêzimana Erebî” û “Ber bi hişmendîya zimanî ve”.
Di sala 2025an de xelata Komelgeha Cîhanî ya Şah Selman ji bo Zimanê Erebî wergirt, berîya ku di Tîrmeha 2026an de piştî rêwîtîyeke dûr û dirêj di xizmeta zimanê Erebî de koça dawî bike.



