Şam-SANA
Îro Duşemê, li Otêla Dama Rose ya Şamê, çalakîyên gera heştemîn a “Dîdargeha Navdewletî ya Perwerde, Dahênan û Derfetên Kar û Damezirandinê” dest pê kirin.
Ev dîdargeh ji alîyê Koma Aborî ya bo Geşepêdana Veberhênanên Navdewletî ve, bi hevkarîya Komeleya Zanistî ya Sûrî ya Zanyarînasîyê hat sazkirin.
Her du wezîr Merwan El-Helebî (Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî) û Mihemed Ebdilrehman Tirko (Wezîrê Perwerdeyê) di vekirinê de amade bûn.
Armanca Dîdargehê ew e ku paşeroja perwerdeyê gengeşe bike, pêşbînîya asoyên dahênanê bike û hevbeşîyên akademîk ên navdewletî xurt bike.
Her wiha ew wekî platformekê ye ji bo pevguhertina ezmûnan, nîşandana destpêşxerîyên pêşeng û avakirina pirên hevkarîya zanistî, da ku beşdarî pêşxistina pergalên perwerdeyê û pêkanîna armancên geşepêdana domdar bibe.
Dîdargeha ku dê sê rojan berdewam bike, zêdetirî 40 semînerên pispor li xwe digire ku mijarên mîna Zîrekîya Çêkirî, Ewlehîya Sîberî, Veguhertina Dîjîtal, Dahênana Zîrek û bikaranîna teknolojîyên cîhanî di bernameyên geşepêdanê de tên gotûbêjkirin.
Sazîyên zanistî, perwerde û sendîkayî ji Libnan, Urdun, Yekîtîya Ewropa û Brîtanyayê bi awayekî berfireh beşdarî vê dîdargehê dibin.
Wezîrê Xwendina Bilind di gotara xwe ya vekirinê de tekez kir ku di serdema zîrekîya çêkirî, veguhertina dîjîtal û şoreşên teknolojîk de, divê pergala perwerde û rahênanê li ser bingeha jêhatîbûn, nûjenî û şîyana pêşbazîyê ji nû ve were avakirin.
Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Perwerdeyê destnîşan kir ku perwerde kilîta geşepêdan û nûjenîyê ye di hemû waran de.
Wî dîyar kir ku wezaretê di stratejîya xwe de pîvaneke bingehîn daniye ku bernameyên nû yên xwendinê dahênanê han bidin.
Her wiha wezaret hewl dide hevbeşîyên stratejîk bi Wezareta Xwendina Bilind û Desteya Jêhatîbûn û Afirînerîyê re ava bike da ku dahênerên ciwan û kesên jêhatî bikişîne.
Alîkarên wezîran, balyoz, bijîşk, serokên zanîngehan, sendîka, yekîtî û sazîyên xwecihî û navdewletî beşdarî vekirina dîdargehê bûn.






