Şam-SANA
Romana “Tora Pîrebokê” ya nivîskar û rojnamevanê Awistiryayî Cozêf Rot, ku herî dawî ji weşanên Xetwe li Mûsilê di sala 2026an de bi wergera nivîskar û wergerêra Sûrî Delal Îshaq di 144 rûpelan de derketiye, şahidîyeke wêjeyî ya zû li ser guherînên sîyasî û civakî yên ku rê li ber peydabûna Nazîzmê li Almanyayê vekirine, pêşkêş dike. Ev roman wekî yek ji berhemên herî girîng tê naskirin ku nîşanên qonaxeke dîrokî ya giring berîya ku biqewime bi salan pêşbînî kirine.
Roman cara yekem di sala 1923an de wekî beşên li pey hev hat weşandin. Ew sal bi xwe bû ku şahidî li yekemîn hewldanên darbeyê yên Partîya Nazî kir. Vê yekê girîngîyeke awarte da vê berhemê, wekî karekî wêjeyî ku pir zû ew atmosfera sîyasî û civakî şopand ku rê da ramanên neteweperest ên tundrew di nav civaka Almanyayê de belav bibin.
Bûyerên romanê di salên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem de diqewimin, bi rêya kesayetîya Theodor Lohse, efserekî berê yê yedek ku ji nişka ve xwe di cîhaneke sivîl de dibîne ku rûmeta wî ya leşkerî ya berê nas nake. Ew bi xizanî, bêhêvîtî û windakirina pêgeha civakî re rû bi rû dimîne. Lohse dibe mînaka kesayetîya qeyranî ya ku li sedemên êşa xwe digere û berpirsyarîya têkçûn û şikestina xwe dixe stûyê kesên din.
Wergêra romanê Delal Îshaq di daxuyanîyekê de ji bo “SANAya Çandî” dîyar kir ku werger ji bo wê ne tenê veguhastina peyvan ji zimanekî bo zimanekî din e, lê pêvajoyeke afirîner a seranserî ye ku armanca wê jinûve afirandina nivîsê bi gîyanekî nû ye, ligel parastina rehên wê yên çandî û hizrî.