Şam-SANA
Îro Sêşemê, kar û çalakîyên 9emîn Konferansa Salane ya Ewlehî û Tenduristîya Pîşeyî ku ji alîyê Sazîya Giştî ya Sîgorteyên Civakî ve tê lidarxistin, bi dirûşma “Ji bo em jîngeheke kar a derûnî, civakî û tendurist misoger bikin” li Pirtûkxaneya Niştimanî ya Şamê dest pê kirin.
Rêveberê Sazîya Giştî ya Sîgorteyên Civakî Hesen Xetîb di axaftinekê di dema konferansê de got: “Erka me ya sîgorteyê ji qerebûkirina zirarê wêdetir e; em hewl didin çandeke xweparastinê ava bikin ku rê li ber zirara derûnî berî ya laşî li ser karker bigire.”