Şam-SANA
Di cîhanekê de ku zext û alozî lê zêde dibin, bextewarî êdî ne tenê kêlîyeke derbasbûyî ye, lê bûye jêhatîbûn û hewcedarîyeke derûnî ya ku dikare were pêşxistin.
Di vê çarçoveyê de, Dr. Muemer Newaf El-Hewarne di pirtûka xwe ya bi sernavê “Bextewarîya Derûnî” de, têgeha bextewarîyê, pêkhateyên wê û hokarên ku bandore lê dikin, dinirxîne.
Ew di pirtûkê de zanista derûnnasîya erênî, têgihîştina zatî, peywendî, çalakîyên rojane û alîyê gîyanî li hev dicivîne da ku bigihîje razîbûn û kalîteya jîyanê.
Bextewarî ji “zat”ê ber bi peywendîyan ve
El-Hewarne bextewarîyê wekî ezmûneke takekesî ya girêdayî şêwaza têgihîştina mirov ji xwe re, nêrîna wî li ser ên din û şîyana wî ya avakirina peywendîyên aram dibîne.
Ev xal di beşa şeşan de, “Bextewarîya Hevjînîyê”, bi zelalî xuya dibe. Ew li ser bingeha hevahengîya hizrî, nirxdayîn, gihaştina hestyarî û aramîya derûnî hûr dibe, ne tenê li ser xuyabûn an derfetên madî.
Hizrîna erênî bêyî înkarkirina ketwarê
Pirtûk ji peywendîyan derbasî bandora ramanan li ser hest û reftaran dibe. Beşa heftan behsa ramana erênî dike wekî amûrekê ji bo avakirina hişmendîyekê ku karibe bi zextan re rûbirû bibe û zehmetîyan veguherîne derfetên fêrbûn û geşebûnê.
Ji ramanê ber bi adeta rojane ve
Nivîskar bextewarîyê bi hilbijartina pîşeyeke guncaw, dîyarkirina armancên realîst û geşkirina hişmendîya zatî û hevsengîya hestyarî ve girê dide.
E whin adetên rojane pêşnîyar dike, mîna: spasîyê, alîkarîya kesên din, meş, xwendin û kêmkirina bikaranîna neyînî ya torên civakî.
Ev yek bextewarîyê wekî hunereke ku mirov dikare hîn bibe nîşan dide.
Alîyê gîyanî û wate
Nivîskar pirtûka xwe bi beşa “Bextewarî û Ol” bi dawî dike. Ew aramîyê bi alîyê gîyanî ve girê dide.
Li gor wî, bawerî, razîbûn, tewekul, karê qenc û reftara baş wateyê didin jîyanê û şîyanê didin mirov ku li ber zehmetîyan rabe, li hember bêhêvîtî û girêdana zêde bi tiştên madî re.
Nivîskarê pirtûkê, Dr. Muemer Newaf El-Hewarne mamosteyê zanista derûnnasîyê ye li Zanîngeha Şamê.
Di warên tenduristîya derûnî, reftar, peywendî, tawankarî û perwerdekirina zarokan de gelek berhem û vekolînên wî hene.