Êvara 7ê Cotmeha 2025an, Koroya Gardenia li Opera Şamê konsereke bi navê “Rîtûelên Sûrî” pêşkêş kir. Berhema muzîkê, ku ji deh beşan pêk dihat, bi awayekî hunerî ziman û awazên Suryanî û Erebî li ser mijara têkoşîna di navbera jîyan û mirinê de anîbû cem hev. Rêveber û komponîsta berhemê Sufana Baqleh bû, ku ev kar wekî rêwîtîyeke di nav êş û trajedîyê de pênase kir.

Konser bi pêşkêşkirina beşekî taybet ji bo romannivîs Xalid Xelîfe dest pê kir. Rêveber Baqleh, ku berhem sala borî berîya rûxana rejîmê nivîsandibû û ji ber helwesta xwe du caran hatibû girtin, kêfxweşîya xwe anî ziman ku berhemê piştî azadîyê pêşkêş dike. Wê tekezî li ser girîngîya muzîkê wek beşek ji nasnameya Sûrîyê û nêzikbûna zimanên Erebî û Suryanî kir.
Ev çalakîya ku du zimanên kevnar anîn cem hev, ji alîyê temaşevanan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Beşdaran kêfxweşîya xwe bi vegera çalakîyên çandî û hunerî bo Opera Şamê anî ziman, û destnîşan kir ku ev cure çalakî hestê hunerî û pêwendîyên civakî di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûrîyê de ji nû ve zindî dike.






