Şam-Sana
Belgefîlmê bi navê ʺHûn çi li Ser Seydnayayê dizaninʺ, yê derhênerê Sûrî Ebdo Medxenê, xelata zîvîn a mihrecana Kan a ji bo filman û ragihandina televizyonî ku yek ji giringtirîn mihrecanên cîhanî ye, wergirt.
Fîlmê ku ji berhemên kenala Cezîrê ye, careke din dosyayê herî bi şewat di hizr û bîra sûriyan de ku dosya zindana Seydnaya ya di dema rêjîma têkçûyî de ye vedike.
Şahidhalên ji Hindirê Zindana Seydnaya
Ev belgefilm derbarê hin şahid û çîrokên girêdayî zindana Seydnaya ye ku di dema rêjîma têkçûyî de ev zindan bibû yek ji sembolên girtin û binpêkirinan.
Derhêner di karê xwe de, bêhtir xwe dispêre wêneyên ku rewşa wê zindanê şirove dikin û her weha şahidhalên ku di wê zindanê de bûn, da wan binpêkirinan belge bike û bike gotareke dîtber a derî li pêşiya gengeşiya li ser dadwerî û bîranînan û mafê qurbaniyan di vegotina çîrokên wan de vedike.
Xelatkirina Dengên ku Rastî Vedigotin
Derhêner Medxenê li ser rûpela xwe ya Facebookê şanaziya xwe bi vê xelatkirinê anî ziman û da xwuyakirin ku ev ne tenê xelatkirina belgefilmekî ye, lê belê xelatkirina her dengekî ku hewl daye rastiyê bibêje ye, her weha xelatkirina her hewlekê ye ku hatiye dan da ev kar roniyê bibîne, sipasiyên xwe yên ji dil ji bo tîma kar pêşkêş kirin, ew tîma ku bawerî bi ramanê anî û di her gavê de li kêleka wî bû, her weha spasî şandin bo her kesê ku piştgiriya wî dikir û kesên ku baweriya wan bi hêza mezin a wêne heye û dibînin ku hêza wî di ser ya gotinan re ye.
Her weha got: ʺEv rawestgeh tenê destpêkek e ji rêwîtiyeke dirêj û peyamin firehtir re, em bihêvî ne ku bighêjin devera ku hiş û dil li wan guhdarî dikinʺ.
Ev kar rawestgeke nû ji sînemaya Sûrî re ye di mihrecanên navdewletî de, ev yek hebûna wê ya afrênerî û peyama wê ya rewşenbîrî û siyasî diyar dike.