Şam-SANA
Çalakîyên Festîvala Rojên Çanda Kurdî li Şamê berdewam dikin. Duh Şemîyê, şanoya bi navê “Ê ku nayê” li ser dika Komelgeha Çandî ya Dumerê hat pêşkêşkirin, bi amadebûneke berbiçav a kesên têkildarî karûbarên çandî û şanoyî.
Ev şano ji nivîsandina nivîskar Rîyad Ismet û derhênana Ebdilcabir Hebîb e. Berhem ji teksteke şanonivîsê Îrlandî yê navdar Samuel Beckett hatiye wergirtin û li gorî ketwara Sûrîyê hatiye amadekirin. Şano dabaşa jîyana penaberan li hundirê navendên penaberîyê û azar, şikestin û hesta wan a xerîbîyê li bajarên ku ne girêdayî bîrewerîya wan in, dike.
Çîroknivîs û endamê koma şanoyê Ciwan Silo ji SANAyê re dîyar kir ku şano behsa pûçbûna jîyanê û hêvîya windabûyî dike. Silo da zanîn ku di jîyanê de gelek tişt hene ku bêwate xuya dikin, lê dîsa jî pêwîst in, û mirov û civak her tim di nava lêgerîna li wan de ne.







