Şam – SANA
Kurdên Sûrîyê di 21ê Adarê de cejna “Newrozê” pîroz dikin, ku sembola azadîyê ji efsaneya “Kawayê Hesinkar” digirin. Ev cejna ku di lîsteya mîrasa cîhanî ya UNESCOyê de cih digire, bi “Agirê Newrozê” tê naskirin, ku sembola nûbûna hêvî û jîyanê ye.
Newroz ji serdema Ebbasîyan ve di edebîyeta Erebî de xwedî cihekî girîng e, ku helbestvanên mezin ên wekî Buhturî û Mutenebbî pesnê wê dane. Ev têkelbûna dîrokî kûrbûna peywendîyên çandî û nirxên biratî û hevkarîya mirovî nîşan dide, yên ku Ereb, Kurd û hemû pêkhateyên civaka Sûrîyê di nava sedsalan de gihandine hev.
Mersûma serokatîyê ya bi jimara 13 a sala 2026an, guherîneke dîrokî ye li Sûrîyê; ji ber ku 21ê Adarê (Cejna Newrozê) wekî bêhnvedana fermî û cejneke niştimanî dihesibîne. Ev pêngav, wekî nirxandinekê ji bo pirrengîya çanda Kurdî û xurtkirina tevna niştimanî ya Sûrîyê di serdema wê ya nû de tê avêtin.

