Şam-SANA
Amadekarîyên bicihanîna projeya serastkirin û nûjenkirina rêya navdewletî ya Nesîb – Şam dest pê kir; ev yek piştî ku karwanê yekem ê amûr û alavên endezyarîyê gihîşt cihê xebatê.
Proje ji bo “Şirketa Koma Hevbeş a Peymankarîyê” ya Kuweytî (CGC) bi buhayê nêzîkî 46 milyon û 800 hezar dolarî hat spartin.
Tê çaverêkirin ku proje di nava 400 rojî de bi dawî bibe; proj hat qezenckirin piştî ku minaqese ji hêla Sazîya Giştî ya Têkilîyên Rêyan a ser bi Wezareta Veguhastinê ve hatibû ragihandin.
Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Pêwendîyên Rêyan Endezyar Mu`az Necar, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê duh Yekşemê dîyar kir ku proje di çar mehên borî de hatiye lêkolînkirin û berîya ragihandina minaqeseyê, hemû lêkolîn û rêkarên teknîkî yên pêwîst hatine temamkirin.
Endezyar Mu`az Necar bal bir ser wê yekê ku şirketa Kuweytî piştî pêşkêşkirina pêşnîyareke teknîkî ya berbiçav û pêşnîyareke darayî ya rikber, minaqese bi dest xistiye.
Necar eşkere kir ku proje nûjenkirina beşekî bi dirêjahîya derdora 100 kîlometreyî ku ji çar şerîtên trafîkê pêk tê, li xwe digire.
Di nav karan de; rakirina qatên asfalta kevn bi stûrbûnên curbicur û danîna qatên nû, her wiha çareserkirina cihên herî zirardîtî li gorî hewcedarîyên teknîkî hene.
Her wiha paqijkirina girava navîn û pêkanîna karên ewlehîya trafîkê ku tê de boyaxkirina rêyan, nîşankerên kêlekan, nîşanên hişyarîyê û rênîşandêr hene, ligel karên bingehîn ên ji bo sazkirina ronahîyê, dê werin kirin.