Şam – SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî duh Sêşemê, pêwendîyeke telefonî ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio encam da.
Di pêwendîyê de her du alîyan têkilîyên dualî yên navbera her du welatan, awayên berdewamkirina pêşxistina wan û bihêzkirina hevkarîya navbera Sûrîye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di çarçoveya qonaxa erênî ya têkilîyên dualî de, nirxandin û gotûbêj kirin.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya “Telegram”ê dîyar kir ku El-Şeybanî pêzanîna Sûrîyê ji bo pêngavên Amerîkayê yên derbarê rakirina cezayên li ser wê hatine sepandin anîye ziman.
Her wiha tekezî li ser girîngîya berdewamkirina kar û hevahengîya her du alîyan kir da ku pêngavên cîbicîkirinê û teknîkî yên pêwîst temam bibin, bi rengekî ku misoger bike ev pêngava sîyasî bi awayekî pratîk û berbiçav bandora xwe li ser sektorên aborî û bankî nîşan bide.
Her du alî li ser girîngîya berdewamkirina piştevanîya ji bo Sûrîyê di warê aramî û geşepêdana aborî de hevnêrîn bûn.
Li gorî daxuyanîyê, di axaftinê de her wiha rewş û pêşhatên herêmê û girîngîya rola Sûrîyê di xurtkirina aramîya herêmî de li ser her du astên sîyasî û aborî hatin nirxandin.