Şam-SANA
Li Komelgeha Çandî ya Dumerê li Şamê êvara duh Yekşemê, çalakîyên “Festîvala Rojên Çanda Kurdî” piştî pênc rojan ji pêşandanên hunerî di bin sîwana Wezareta Çandê de bi dawî bûn. Di festîvalê de her du komên “Aştî” û “Lemesat” a rîtmê tabloyên muzîkê û dîlanên folklorî pêşkêş kirin, ku tê de taybetmendîyên kelepora Kurdî di nava pirrengîya civaka Sûrîyê de derketin pêş.
Serpereştê çalakîyê Îdrîs Murad ji SANAyê re ragihand ku ev festîval xewnek bû û cara yekem li ser sehneya şanoyê pêk hat. Murad anî ziman ku festîvalê rengekî Sûrî yê resen pêşkêş kir ku tê de semîner, şano, sînema û hunera Kurdî hatin ba hev, û bal kişand ser pêşwazîya mezin a bîner û amadebûyan.
Derbarê pêşnîyarên berfirehkirina hêla wêjeyî di festîvalê de, Îdrîs Murad dîyar kir ku amadekarîyan çar mehan berdewam kir, ev jî hemwextî Cejna Zimanê Kurdî bû ku şano, sînema, helbest û hunerê li xwe digire. Navhatî destnîşan kir ku festîvalê karîbû coş û xiroşeke bêhempa bide vê hilkeftê li Sûrîyê piştî salên dirêj ên piştguhkirinê.





