Şam-SANA
Wezareta Hundirîn ragihand ku hejmarek ji endamên asayîşa navxweyî li parêzgeha Siweydayê hatine girtin ji ber ku wan sivakatî bi sembolên olî yên herêmî kirine. Wezaretê tekez kir ku ev tevger bi temamî nayên qebûlkirin û prensîbên sazîya ewlehîyê yan jî nirxên ku dewleta Sûrîyê li ser ava bûye nîşan nadin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku îro Yekşemê li ser kanala xwe ya Telegramê weşand got: “Li gorî belavbûna hinek wêneyan li ser torên civakî ku nîşan didin hinek endamên asayîşa navxweyî li parêzgeha Siweydayê sivikatî bi sembolên olî yên herêmî kirine, rêkarên yasayî yên pêwîst li dijî wan têne girtin.”
Wezaretê daxuyanîya xwe wiha bi dawî kir: “Pirrengîya olî û civakî li Sûrîyê her dem çavkanîya dewlemedîya civakê bûye, û parastina rêza dualî di navbera hemû endamên wê de bingeheke sereke ye ji bo bihêzkirina aramî û aştîya navxweyî.”


