Şam-SANA
Semînera ku duh li Pirtûkxaneya Niştimanî ya Sûrîyê bi sernavê “Cêwîbûna navbera Ereb û Kurdan ji berê ve” hat lidarxistin, bal kişand ser rehên têkilîya dîrokî û çandî ya di navbera Ereb û Kurdan de û rola wê di avakirina tevna civakî û çandî ya cihêreng li Sûrîyê.
Di beşa yekem a semînerê de, Serokê Beşa Kurdî li Ajansa Nûçeyan a Sûrîyê (SANA) Ehmed Muaz Yaqûb, amaje bi rehên têkilîya navbera Ereb û Kurdan kir ku ji destpêka serdema Îslamê ve heye, bi taybetî bi hevalê Pêxamber Caban Ebû Meymûnê Kurdî dest pê dike ku hedîsên Pêxamber Mihemed (s.xl) veguhastine.

Yaqûb bandora şaristanîya Kurdî ya kûr di dîroka Sûryê de raber kir û behsa hevdîtina şandeke kesayetên Kurd a vê dawîyê bi Serok Ehmed El-Şeri` re kir. Her wiha bal kişand ser derketina mersûma serokatîyê ya hejmar 13 ku mafên Kurdan û taybetmendîyên wan diparêze, û wekî encam; vekirina beşekî taybet di Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Şamê de, destpêkirina weşana Kurdî ya SANAyê û damezrandina platformeke bi zimanê Kurdî di kanala nûçeyan a Ixbarîye de.
Yaqûb ev roj wekî rojeke awarte di dîroka Sûrîyê de bi nav kir û got: “Ji ber ku cara yekem e em dikarin di hundirê Pirtûkxaneya Niştimanî ya Sûrîyê de bi zimanê Kurdî biaxivin, piştî ku di serdema rejîma revîyayî de qedexe bû.”

Di beşa duyem a panelê de, lêkolînerê karûbarên Kurdî Osman Heso behsa pirsgirêka tirsê li cem Kurdan ji ezmûna hevwelatîbûna Sûrîyê kir.
Di daxuyanîyên xwe yên ji bo SANAyê de, Yaqûb tekez kir ku cihêrengîya çandî û zimanî li Sûrîyê her dem çavkanîya dewlemendîyê ye ji bo civakê. Heso jî destnîşan kir ku rojên bê dê ji bo Kurdan xêr û xweşîyê bi xwe re bînin.
Her wiha endamê komîteya Taxa Kuran (Ruknedîn) Kemal Deqûrî bang kir ku hemû nakokî û gotegot bên derbaskirin, ji ber ku tiştên Ereb û Kurdan digihînin hev ji yên wan ji hev cuda dikin gelekî mezintir in.







