Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Şamê platformek e ji bo dîyaloga bi mêvanên berçav re
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Çand û Huner > Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Şamê platformek e ji bo dîyaloga bi mêvanên berçav re

Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Şamê platformek e ji bo dîyaloga bi mêvanên berçav re

Hat weşandin: 2026/02/04 5:14 PM
Hat nûkirin: 2026/02/04 5:14 PM

Şam-SANA

Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Şamê di gera xwe ya awarte de, ku sibê Pêncșemê li Bajarê Pêşangehan tê destpêkirin, platformeke girîng ji bo ronakbîr, akademîsyen, nivîskar û hunermendan dabîn dike da ku ezmûnan bi hev biguherînin û mijarên ramanî, civakî û sîyasî yên ku bala cîhana Erebî dikişînin nîqaş bikin.

Di çarçoveya amadekarîyên dawî yên vê bûyera çandî de, Wezareta Çandê bi rêya hesabên Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Şamê li ser torên civakî, komek mêvanên pêşangehê ragihand ku hejmarek ji nivîskar, ronakbîr û hunermendên herî girîng li xwe digire, ew jî ev in:

Dr. Yasîn Elûş: Akademîsyenekî Sûrî di zanista barê kesîn de ye, bi wan waneyên ku li ser platformên dîjîtal pêşkêşî ciwanan dike tê naskirin; di waneyên xwe de mijarên qanûnî û civakî yên ku têkilîya wan bi jîyana rojane re heye û alîkarîya fêmkirina astengîyên hevçerx dikin dinirxîne. Her wiha gel wê were vexwendin da ku li pêşangehê bi Dr. Elûş re bicive û ji ezmûnên wî yên akademîk sûd wergire.

Dr. Ebdulkerîm Bekar: Ronakbîr û feqîhekî Sûrî ye, û yek ji kesayetên berçav di warên şaristanî û fikrê Îslamî de ye. Zêdetirî 40 berhemên wî hene ku behsa mijarên şaristanî, vejîn û fikir dikin. Ew wek yek ji navên geş di fikirê Erebî yê hevçerx de tê hesibandin. Pêşangeh wê bibe fersendeke guncaw ji bo danûstandina bi Dr. Bekar re û nîqaşkirina nêrînên wî yên derbarê vejîna ramanî li cîhana Erebî.

Dr. Ebdulrehman El-Hac: Akademîsyen û lêkolînerekî pispor di tevgerên Îslamî de ye, rêveberê Sazîya Bîra Sûrî û nivîskarê çend pirtûkên lêkolînî ye. Berhemên wî behsa geşedanên sîyasî û olî yên li herêmê dikin. Hevdîtina bi wî re di dema pêşangehê de wê bibe fersendek ji bo guhdarîkirina analîzên wî yên akademîk.

Emced El-Nûr: Çêkerê fîlman û derhênerekî sînema yê ji Sûdanê ye, fîlmên wî bandor li sînemaya Erebî kirine. Ew wek yek ji afirînerên herî berçav di warê pîşesazîya fîlman de tê hesibandin ku mijarên mirovî û sîyasî li cîhana Erebî hildigire. Wî bi Şoreşa Sûrî re danûstandin kir û bi rêya berhemên xwe yên sînemayî bandor li wê kir. Hevdîtina gel bi wî re di pêşangehê de wê bibe derfetek ji bo vedîtina paşxanên berhemên wî û nîqaşkirina mijarên civakî û sîyasî yên ku wî behsa wan kiriye.

Eymen El-′Etûm: Nivîskarekî Urdunî ye, û yek ji romannivîsên herî navdar e ku karîbû bala xwendevanên cîhana Erebî bikişîne bi rêya romanên xwe yên ku wêje û felsefeyê digihînin hev. Berhemên wî, di nav de romana wî ya navdar “Yusra”, bi şîyana xwe ya bandorkirinê li ser nifşên nû têne naskirin. Hevdîtina bi wî re di pêşangehê de fersendekê dide ji bo axaftina li ser romanên wî û asta bandora wan li ser wêjeya Erebî ya hevçerx.

Edhem El-Şerqawî: Romannivîs û nivîskarekî Filistînî ye û li Libnanê ji dayik bûye. Ew wek yek ji navên geş di wêjeya Erebî ya hevçerx de tê hesibandin. Gelek pirtûkên wî hene ku wêje û ramanê li hev tînin û mijarên civakî û mirovî bi awayekî vegotinî yê balkêş pêşkêş dikin. Pêşangeh derfetekê dide ji bo hevdîtina bi vî nivîskarê afirîner re û pirsîyarkirina derbarê berhemên wî yên wêjeyî û meylên wî yên ramanî de.

Mihemed Xidir Welî: Çalakvanekî sîyasî yê Sûrî û endamê komîteya hilbijartinên Meclîsa Gel a Sûrîyê ye. Çend gotarên wî di rojnameyên Sûrî de hatine weşandin ku behsa mijarên dewleta Sûrî û rêrewa avakirina Sûrîya nû dikin. Pêşangeh dibe fersendek ji bo dîtina Welî û guhdarîkirina nêrînên wî yên derbarê pêşeroja sîyasî ya Sûrîyê de.

Yasîn Aktay: Akademîsyen û sîyasetmedarekî Tirk e, û yek ji kesayetên herî berçav e ku nûnertîya dengê umeta Îslamî di qadên navdewletî de dike. Wî wek cîgirê berpirsê karên derve yê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) kar kiriye. Analîzên wî yên kûr derbarê mijarên Erebî û Tirkî di medyayên navdewletî de hene. Hevdîtina bi wî re wê bibe fersendek ji bo axaftina li ser rewşa sîyasî li Tirkîyê û herêmê, û geşedanên girêdayî mijarên herêmî.

Pêşangeh derfeteke awarte ji bo dîyaloga rasterast bi van mêvanan re dabîn dike, û dibe qadek ji bo kûrkirina nîqaşên ramanî û çandî, û agahdarbûna li ser nûtirîn geşedanên di warê wêje, raman û sîyasetê de li cîhana Erebî.

Wezareta Çandê amadekarîyan dike ji bo lidarxistina gera awarte ya Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Şamê sibê li Bajarê Pêşangehan, bi serperştîya Serokomar Ehmed El-Şeri′, di bin dirûşma “Dîrokeke ku em dinivîsin… Dîrokeke ku em dixwînin”. Ev pêşangeh wê bibe platformek ji bo jinûve çalakkirina qada çandî ya Sûrî û xurtkirina hebûna pirtûkê, piştî salên dirêj ên guşar û girtîbûnê.

Wergêrê Tefsîra “Fî Zîlal El-Quran” a Seyid Qutub bo Kurdî Koça Dawî Kir
Festîvala Rojên Çanda Kurdî bi Pêşandanên Hunerî Kuta Bû
Bi Boneya Roja Cîhanî ya Wergerandinê Korbendeke Netewî li Şamê Bi rê ve diçe
Selahedînê Eyûbî li Şamê Hat Bibîranîn
​Koma Aştî ya Kelepûrê Tabloyên Hunerî ji Folklora Kurdî di Pêşangeha ya “NAS TEX” de Dirêse
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Şamê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tirkîye Sersaxîyê ji bo Malbatên Qurbanîyên Bûyera Trafîkê ya li ser Rêya Dêrezor û Şamê Dixwaze 

July 26, 2026

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?