Şam-SANA
Duh Çarşemê, çalakîyên Festîvala Rojên Çanda Kurdî ku ji alîyê Wezareta Çandê ve di Komelgeha Çandî ya Dumerê li Şamê de, bi boneya Roja Zimanê Kurdî hatibû organîzekirin, dest pê kirin.
Festîval bernameyeke hunerî û çandî ya dewlemend li xwe digire ku li gorî amadekarên wê, cara yekem e li Şamê ezmûnên hunerî yên Kurdî yên cihêreng tên pêşkêşkirin.
Di semînerekê de li ser zimanê Kurdî, Rêveberê Navenda Niştimanî ya Geşepêdana Bernameyên Perwerdehîyê li Wezareta Perwerdehîyê, Dr. Îsmet Remezan, li ser derketina vî zimanî û qonaxên geşedana wî axivî. Remezan destnîşan kir ku koka zimanê Kurdî ji zimanên Arî yên Hindo-Ewropî ye û berevajî tiştê ku berê dihat gotin, ew ji zimanê Farisî cuda ye.

Ji alîyê xwe ve, Berpirsê Beşa Kurdî li Ajansa SANAyê, Ehmed Muaz Yaqûb, bal kişand ser girîngîya taybet a vê çalakîyê, nemaze ku Roja Zimanê Kurdî cara yekem li Şamê di sala 1932an de bi derketina yekemîn kovara Kurdî (Hawar) dest pê kiribû.
Yaqûb her wiha dîyar kir ku Wezareta Çandê cara yekem e bi awayekî fermî sponsorîya vê festîvalê dike û girîngîyeke mezin dide zimanê Kurdî, ku ev yek rê dide civaka Sûrîyê ku çand, huner û zimanê Kurdî bi awayekî berfirehtir û kûrtir nas bike.






