Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê bi Bernameya Neteweyên Yekbûyî ya Geşepêdanê (UNDP) re memorandumeke têgihiştinê îmze kir, ku ji hêla hikûmeta Almanî bi rêya Banka Geşepêdanê (KfW) tê fînansekirin. Armanca vê memorandumê nûjenkirina binesazîya fîzîkî û operasyonî ya çend nexweşxaneyan e, û merasîma îmzekirinê li avahîya wezaretê li Şamê pêk hat.
Memorandum nûjenkirin, çaksazkirin û amadekirina pênc nexweşxaneyan li xwe digire, ku ev in: Nexweşxaneya Cisir El-Şixûr li Idlibê, Helfaya li Hemayê, Teldo li Himsê, Nexweşxaneya Niştimanî li Bûkemalê û Nexweşxaneya Niştimanî li Derayê.
Tê nûkirin …






