Rîyad-SANA
Rêveberê Îdareya Hevkarîya Navdewletî li Wezareta Derve û Koçberan Quteybe Qadîş û şanda pê re, îro Şemîyê serdana Grûpa Banka Îslamî ya Geşepêdanê li bajarê Cede yê Erebistana Siûdî kir. Di serdanê de hejmarek civîn ligel berpirsên bilind û nûnerên gelek sazî û îdareyên ser bi grûpê ve li dar xist.
Yek ji wan civînan ligel Rêveberê Giştî yê Pratîk û Hevbeşîyên Cîhanî yê bankê Îsa Fay bû, her wiha hevdîtinek ligel Cîgirê Serokê Karûbarên Darayî û Rêveberê Darayî yê Grûpê Ebdilrabih Ebdûs, û Cîgirê Serokê Operasyonan Ramî Ehmed pêk anîn. Zêdebarî vê yekê civîn li Enstîtuya Îslamî ya Vekolîn û Perwerdeyê, Sazîya Îslamî ya Geşepêdana Sektora Taybet, Sazîya Navdewletî ya Îslamî ya Fînansekirina Bazirganîyê, û Sazîya Îslamî ya Dabînkirina Veberhênan û Qerzên Hinardekirinê, hatin encamdan.
Di civînan de xurtkirina hevkarîya di navbera Sûrîye û Grûpa Banka Îslamî ya Geşepêdanê de, piştgirîkirina hewldanên başbûn û geşepêdanê, fînansekirina projeyan li gor pêşîneya wan, çalakkirina sektora taybet, geşepêdana bazirganîyê, dabînkirina veberhênan û hinardekirinê, li gel avakirina şîyanan û pêşkêşkirina piştgirîya teknîkî, hatin gotûbêjkirin.
Her du alîyan tekezî li ser giringîya berdewamkirina hevrêzkarî û pêşxistina hevkarîyê kir; bi awayekî ku li gorî pêşîneyên neteweyî û pêdivîyên qonaxa başbûn û nûavakirinê li Sûrîyê be.


