Şam-SANA
Sûrîyê bi tundtirîn şêwe ew armancgirtina ku xeta borîyên petrolê (rojhilat – rojava) li her du deverên Rîyad û Medîneya Munewere li Şaneşîna Erebistana Siûdî ya bira rûbirûyî wê bû, şermezar kir.
Ev armancgirtin bi rêya dronên ku ji axa Iraqê rabûbûn pêk hatibû û bûbû sedema peydabûna brîndarî û zîyanên giran, ku ev yek jî wekî binpêkirineke eşkere ya serwerîya Şaneşînê û binpêkirineke beloq a yasaya navdewletî û peymana Neteweyên Yekbûyî tê hesêbê.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de ku îro Şemîyê li ser Telegramê weşand, hevgirtina tam a Sûrîyê ligel Erebistana Siûdî ya bira, û rawestana wê ya tam li kêleka wê di hemû tedbîr û pêngavên ku ji bo parastina ewlehî û aramîya xwe digire, dupat kir.