Rîyad-SANA
Erebistana Siûdî û Urdinê pêşwazî li ragihandina Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê gihîştina peymaneke nû ji bo bidawîkirina şerê Xezeyê kirin, ku ji bendên wê bêçekkirina navçeyê û vekişîna hêzên Îsraîlî ye.
Wezareta Derve ya Siûdî di daxuyanîyekê de ji bo hewldanên Misir, Qeter, Tirkîyê û Dewletên Yekbûyî spasîya xwe anî ziman û pabendbûna xwe bi bicihanîna plana aştîyê ya berfireh li gor biryara Encumena Ewlekarîyê ya hejmar 2803 nû kir.
Wê li ser pêdivîya vekişîna Îsraîlî ya bi giştî, belavkirina hêzeke aramîyê ya navneteweyî, û misogerkirina herikîna alîkarîyên mirovî û jinûveavakirinê, tekez kir.
Ji alîyê xwe ve, Urdinê jî spasîya xwe ji vê destkeftîyê re anî ziman û tekezî li ser bicihanîna qonaxên lihevkirî di nav çarçoveyeke demkî ya dîyarkirî de kir. Eman jî girîngîya vegerîna Desthilata Filistînê bo Xezeyê û parastina yekîtîya axa Filistînê wekî bingehê aramîyê destnîşan kir.
Trump ji alîyê xwe ve peyman wekî gaveke mezin ber bi aştîya domdar ve û amadekarîyeke ji bo hikûmeteke Filistînî ya nû bi nav kiribû.