Şam-SANA
Sûrîyê ji ber şewata malwêran a ku li nexweşxaneya (PIMS) li Îslamabada paytexta Pakistnê derket û bû sedema mirina hejmarek zarokên ku nû ji dayik bûbûn, ji dil û can sersaxî ji bo hikûmet û gelê Komara Islamî ya Pakistanê ya dost xwest.
Wezareta Derve û Koçberan, îro Çarşemê, di daxuyanîyekê de piştgirî û rawestana Komara Erebî ya Sûrîyê li kêleka Komara Islamî ya Pakistanê û gelê wê yê bira di vê karesata diltezîn de anî ziman, û ji Xwedayê mezin xwest ku qurbanîyan bi rehma xwe şad bike û sebir û aramîyê bide kesûkarên wan.